• Saturday, 14 February 2026
logo

Heta Niha Çekdarên Da`iş 200 Turkuman Kujtine

Heta Niha Çekdarên Da`iş 200 Turkuman Kujtine
Berpirsekî bereya Turkumanî ragihand, ku di encama êrîşên çekdarên Da`iş de, 200 Turkuman hatine kujtin û 200 hezar jî awarebûne.

Di evê bareyê de, endamê polîtbûroya bereya Turkumanî ya Iraqê Aydin Me`ruf ragihand, ku di encama êrîşên çekdarên Da`iş de, 200 Turkuman hatine kujtin, ku piranîya wan li bajêrê Mûsilê û Tele`fer bûne. Got jî: 200 hezar Turkuman awarebûne û niha li Tilkêf, Zummar, Hewlêr û Duhokê ne.


Weha jî da zanîn, ku xelkê Tele`fer daxwaza hêzên Pêşmerge dikin, ji ber ku Pêşmerge wan diparêz in.

Top