• Saturday, 14 February 2026
logo

Demîrtaş bo Bahçelî: Sînorê xwe bizane

Demîrtaş bo Bahçelî: Sînorê xwe bizane
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelah (HDP) Selahedîn Demîrtaş bi tundî bersiva serokê Partiya Tevgera Nijadperest (MHP) Dewlet Bahçelî da û jê re got “Sînorê xwe bizane.”

Berî niha Dewlet Bahçelî ragihandibû ku “Komisyona Hilbijartinan rê nade Demîrtaş ku bibe kandîd” ê hilbijartinên serokomarî li Tirkiyê.

Hevserokê HDP Selahedîn Demîrtaş di bsersiva vê daxuyaniya Bahçelî de got: “Ew ku îradeya xelkê pê re be xwe ji kesî re natewînin.”

Hevdem Demîrtaş ragihand ku Bahçelî bi vê daxuyaniyê sînor derbas kir û jê re got: “Sînorê xwe bizane.”

Selahedîn Demîrtaş kandîdê Partiya Demokratî ya Gelan (HDP) ye bo hevrikiyê di hilbijartinên serokomarî de li Tirkiyê.

Roja 10 Tebaxê hilbijartinên serokomarî li Tirkiyê birêve diçin ku her yek ji Selahedîn Demîrtaş, Receb Teyib Erdogan û Ekmeledîn Îhsanoglu hevrikiyê li ser bidestxistina posta serokomarê Tirkiyê dikin.

Rudaw
Top