Wezareta Pêşmerge hişyarî da artêşa İraqê
Di vê derbarê de Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê Cebar Yawer got: ‘’Divê yekser derheqa bûyerê de lêkolîn were kirin hu kes an aliyên li pişt wan bûyeran bên cezakirin.’‘
Cebar Yawer wiha axifî: ‘’Eger bûyerên wiha dubare bibin bêyî hîç lêkolîn û lêpirsînekê em li beramber mafê xwe parastinê bikar bînib û bersivê bidin wan êrîşan.’‘
Doh êvarê Qeymeqamê Duzxurmatû Şelal Ebdul ji BasNewsê re gotibû ku ji ber bombardimankirina balefirên şer ên İraqê zarokeke 12 salî şehîd bûye û 8 kesên din jî birîndar bûne.
Basnews
