• Saturday, 14 February 2026
logo

Mûrad û Silêmanî li ser dijayetîkirina serxwebûnê rêkeftin

Mûrad û Silêmanî li ser dijayetîkirina serxwebûnê rêkeftin
Rojnamevanekî Amerîkî îdîa kir ku çavkaniyekê ji Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) jêre gotiye; Adil Mûrad û Qasim Silêmanî li ser dijayetîkirina serxwebûna Kurdistanê li hev kirine.

Li gor peyamnêrê Dengê Amerîka Elî Cavan Mûradî, Mûrad û Silêmanî li ser wê yekê rêkeftine dijayetiya wê dewleta serbixwe bikin ku tê çaverêkirin berî sala 2015’ê ji aliyê Mesûd Barzanî ve were ragehandin.

Elî Mûradî li ser zarê çavkaniya xwe ya ji nav YNK’ê wiha nivîsiye: ‘’Îran çek û pêdiviyên şer dide Turkmenên Şîe yên Kerkûkê û wan ji bo şer perwerde dike, herwiha daxwaz ji YNK’ê kiriye ku hevahengiyê ligel wan bike.’‘

Peyamnêrê Dengê Amerîka wiha dibêje: ‘’Îran bi rêya Adil Mûrad dixwaze YNK’ê bikşîne nav şerê ligel DAİŞ û grûbên Sunne yên radîkal li başûrê Kerkûkê, bi vî rengî jî Kurdan bixe nav wî şerê ku niha heye.’‘

Li gor çavkaniya peyamnêrê Amerîkî; ‘’Serokê Encûmena Navendî ya YNK’ê Adil Mûrad soz daye Îranê ku bi hemû awayekî rêgiriyê li ragehandina serxwebûna Kurdistanê ji aliyê Mesûd Barzanî ve bike, ji ber bi vêna pêgeha Barzanî li Kurdistanê bihêztir dibe.’‘

Heman çavkanî dibêje: ‘’Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNK’ê Dr. Berhem Salih piştgiriya ragehandina serxwebûna Kurdistanê dike, berevajiya kesên nêzîkê Îranê yên di nav YNK’ê de difikire, daxwaz dike ku piştgirî li meseleya ragehandina dewleta Kurdî were kirin û YNK ji Îranê dûr bikeve, loma Adil Mûrad, Berhem Salih kesekî nêzîkê PDK’ê dibîne û wî bi vêna tohmetbar dike.’‘

Li gor heman çavkaniyê, niha du rê li pêşiya YNK’ê hene; ‘’Yan divê pêdagiriyê li ser yekparçeyiya axa İraqê bike û li beramber hemû hevkariyeke berdewam a Îranê bidest bixe, yan jî divê piştgiriyê li pirsa ragehandina dewleta serbixwe ya Kurdistanê bike bi serokatiya Mesûd Barzanî.

Rudaw
Top