• Saturday, 14 February 2026
logo

Amerîka binkeyekî operasyonan li Kurdistanê daniye

Amerîka binkeyekî operasyonan li Kurdistanê daniye
Hat ragehandin ku Amerîka li Herêma Kurdistanê binkeyekî operasyonên hevbeş damezrandine û hejmarek ji şêwirmedên leşkerî yên Amerîka li Hewlêrê ne.

Di civîneke çapemeniyê ya hevbeş de ligel Serokerkanê Artêşa Amerîka Martin Dempsey, Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka Chuck Hagel got: “Binkeyekî operasyonan a hevbeş ji aliyê şêwirmendên leşkerî ve li Herêma Kurdistanê hatiye danîn.’‘

Chuck Hagel wiha axifî: “Yekîneyek ji şêwirmendên serbazî û hêzên taybet ên Amerîka, ku bi navê Green Berets tê naskirin, li Herêna Kurdistanê ne û binkeya hevahengiya operasyonên hevbeş li Hewlêrê pêkanîne.’‘

Armanc ji avakirina wê binkeyê pêdana alîkariyê ye bo Artêşa Iraqê di şerê wê ligel çekdarên rêxistina radîkal DAÎŞ’ê de. Hagel, herwiha da zanîn ku ew hêzên Amerîka tevlî şer nabin.

Basnews
Top