• Saturday, 14 February 2026
logo

ENKSê êrîşên li dijî Kobanî şermezar dike

ENKSê êrîşên li dijî Kobanî şermezar dike
Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) êrîşên Rêxistina DAÎŞ li ser herêma Kobanî li Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin.

Di daxuyaniyekê de, Sekretariyeta Giştî ya ENKSê êrîşên ku bi hovane wesif kirin li dijî Herêma Kobanî û xelkê wê bi tundî şermezar kirin.

Di daxuyaniya xwe de, ENKSê bang li hemû pêkhateyên Herêmê kir ku bi berpirsyariya xwe rabin û berevaniya gund û milkên xwe bikin û wan biparêzin.

ENKSê herwiha bang li Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê EGRKê kir ku xwe ji helwestên ku dibine sedema nakokî û aloziyan dûrbixe û geşûhewaya yekîtiya rêzên gelê kurd dabîn bike.

Di daxuyaniyê de, ENKSê tekez kir ku ew ji bo hevkariyê amade ye daku Herêm û gelê Kurd bê parastin.

Di dawiya daxuyaniya xwe de, ENKSê bang li Opozisyona Sûriyê, aliyên siyasî li hemû parçeyên Kurdistanê, hêzên navdewletî û herêmî kir da ku bi erkên xwe ji bo parastina sivîlan û rawestandina êrîşên DAÎŞê rabin.

Rudaw
Top