• Saturday, 14 February 2026
logo

Mesrur Barzanî: Me Hêzeka Rêkxistî Ji Bo Parastina Xaka Kurdistanê Heye

Mesrur Barzanî: Me Hêzeka Rêkxistî Ji Bo Parastina Xaka Kurdistanê Heye
Şîretkarê encûmena asayişa herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî di dîdarekî de bi Televisiyona Fransa24 re ragihand, ku niha Kurdistan welatekî dîfaktoya serbixwe ye, tenê bêy piştevanîya qanûna navdewletî ye, Mesrur Barzanî dixwaze civaka navdewletî ji evê rastîyê têbigihêje, ku evroj Kurdistan nikare bi milîtanan (mîlîşa) re jîyan derbas bike.

Di bersiva ewê pirsê de, ku Kurdistan pêngavan ber bi serxebûnê ve dihavêje? Mesrur Barzanî Got: niha Kurdistan dewletekî dîfaktoya serbixwe ye, tenê bêy piştevanîya qanûna navdewletî ye. Niha Baxdad rastî şikestina siyasî hatiye û dezgehên leşkerî jî nemane ji bo bergirîkirin ji welat. Got jî: wan li Kurdistanê hêzeka rêkxistî û xwedan şîyan (karîn) heye, ji bo parastina xaka Kurdistanê.


Di bareya piştevanîya welatên wekî Fransa û Amerîka û endamên Nato de ji bo piştevanîkirina serxwebûnê, Mesrur Barzanî ragihand, ku divê civaka navdewletî biryarekî cesur bide û li rastîyê binêre û têbigihêje û rastîya arîşeyan bibîne. Weha jî da zanîn, ku ew dixwaze civaka navdewletî ji evê rastîyê têbigihêje, ku evroj Kurdistan nikare bi milîtanan re jîyan derbas bike.

Top