Çekdarên DAİŞ’ê êrîşî navçeyên Kurdistanî dikin
Îro çekdarên DAİŞ’ê bi çend otomobîlan êrîşî nehya Til Benat a ser bi qezaya Şingalê kirin ku daniştvanên wê Kurd in û di encam de şer û pevçûn di navbera wan û Hêzên Pêşmerge de derket. Herwiha ji dûr ve jî dan ber gulehawanan.
Li gor agahiyên BasNewsê, yekser Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê bersiva çekdarên DAİŞ’ê dane hu ew ji navçeyê derxistine. Hat zanîn ku di van şer û pevçûnan de Pêşmergeyek ji Hêzên Piştîvanî ya 2 birîndar bûye.
Herwiha Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê karîn çend çekdarên DAİŞ’ê bigirin ku yek ji wan qernas pêre bû. Ji aliyê din ve jî hat ragehandin ku niha rewşa navçeyê aram e û ewlekarî di bin kontrola Hêzên Pêşmerge de ye.
Basnews
