• Saturday, 14 February 2026
logo

Parêzgarê Berê Yê Kerkûkê: Gerek Hemû Alî Piştevanîya Daxwaza Serokê Herêmê Bikin

Parêzgarê Berê Yê Kerkûkê: Gerek Hemû Alî Piştevanîya Daxwaza Serokê Herêmê Bikin
Parêzgarê berê yê Kerkûkê ragihand, ku gerek hemû alî piştevanîya daxwaza serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya ji bo refrandomê û nevekişîna hêzên pêşmerge li sînorê Kerûkê bikin, ji ber ku ev yek di berjewendîya hemû alîyan de ye.

Ebdulrehman Mustefa ji PNA re ragihand, ku daxwaza serokê herêmê ji bo refrandomê û nevekişîna hêzên pêşmerge li sînorên bajêrê Kerkûkê, qanûnî ye û gerek hemû alî piştevanîya evê daxwazê bikin, ji ber ku li angora qanûnê tenê refrandom arîşeya wan deveran çareser dike. Got jî: brî niha serkirdeyên siyasîyên Kurd bi hukûmeta Iraqê re pîkol ji bo bicihkirina maddeya 140 kirin, belê nehat kirin.


Weha jî da zanîn, ku piştî têkçûna rewşa Iraqê, derfet ji bo Kurdan hate pêş bi taybetî ew deverên ku hêzên pêşmerge tê de nebûn û niha pêşmerge li wan cihan hatine cihgîrkirin û hatina pêşmerge jî ji bo ewan deveran, cihê razîbûna hemû pêkhatan e.


Weha jî da xuyakirin, ku di bareya maddeya 140 de tenê refrandom maye bihê kirin, ev jî mafê qanûnîyê her kesekî ye, li ser razîbûna xwe deng bide.

Top