Îran gefan li Herêma Kurdistanê dixwe
Ayetulla Seîdî îro di nimêja Xudbeyê ya bajarê Qum de wiha axifî: ‘’Herêma Kurdistanê bi girtina Kerkûkê û daxwazkirina wî bajarî, nikare bibe welatekî serbixwe û dê welatên cîran sînorên xwe li ber bigirin.’‘
Melayê Înê yê bajarê Qum wiha dirêjî bi axaftina xwe da: ‘’Destên çepel ên dijminan li nav İraqê ligel xulqandina karesatên mezin, qala parçekirina wî welatî dikin. Lê Kurdên Îranê hişyar in û bi van çîrokan nayên xapandin.’‘
Li Îranê melayên Înê ji aliyê Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xameneyî ve tên diyar kirin, herwiha melayên înê yên Tehran, Qum û Meşhed gelekî bandora wan heye di siyaset û rêvebirina welat de.
Basnews
