• Saturday, 14 February 2026
logo

Malikî: Ez ti carî dest ji serokwezîriyê bernadim

Malikî: Ez ti carî dest ji serokwezîriyê bernadim
Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî, ragihand, ew qet dest ji serokwezîriyê bernade dê li hember dengderên xwe wefadar bimîne.

Nûrî Malikî, îro ji televîzyona fermî ya Iraqê re axivî û ragihand, lîsteya Dewleta Qanûnê rastî êrişeke organîzekirî ya aliyên hundir û derve hatiye û ew alî jî tên nasîn.

Malikî, li ser daxwazên destberdana ji serokwezîriyê jî got, jixwe yên ku êrişî lîsteya me dikin dixwazin ez vê yekê bikin lê ez nikarin pişta xwe bidim dengderên xwe ku ez bi pirraniya dengan hilbijartime.

Nûrî Malikî, endam û rayedarên partiya Beis a Iraqê û Hêza Neqişbendî her wiha aliyên sunnî yên Iraqê bi wê tohmetbar kir ku di komploya li dijî wî de beşdar in û wiha got, ezê li ser şerê li dijî terorê de berdewam bim û ev erka ayînî ya min e ji ber vê jî vekişîna ji meydana vî şerî tê wê wateyê ku ez pişta xwe bidim ayîn û erka xwe dînî.

Malikî ku serokê lîsteya Dewleta Qanûnê ye jî, anî ziman ku dengderan nîşan dan ku serokwezîrî mafê dewleta qanûnê ye ji ber wê jî ew ti carî dest ji serokwezîriyê bernade.

Eger Malikî vê carê jî bibe serokwezîrê Iraqê dibe cara sêyemîn ku vê postê bidest dixe.

Bidestpêkirina kirîza Iraq û DAIŞê re, kurd, sunnî û beşek ji şîeyên Iraqê her wiha hinek hêzên navdewletî ji Malikî xwestin, dest ji serokwezîriyê berde.

Herêma Kurdistanê jî ragihandibû, eger Malikî cardin bibe serokwezîrê Iraqê emê referandoma ragihandina serxwebûnê li dar bixin.

Rudaw
Top