Piraniya gerîleyên PKKê “dê vegerin” malên xwe
Li gor vê paketê tê çaverêkirin ku ew vekşandina hêzên gerîlayên PKKê ku di îlona 2013an de hate rawestandin ji nûve dest pê bike, û di çarçoveya 18 mehan de êdî pêvajo bi awayekî siyasî destpê bike, heta wê demê pêwîste yek şervanê PKKê li Tirkiyê nemîne, û riya vegerandina gelek ji wan bo malbatên xwe hatibe vekirin, û vegerandina Kurdên bakur yên Maxmûrê û kesên hatine sirgûn kirin jî di nav de, û tê çaverêkirin ku ev gav di sê mehên destpêkê yên 2015an de têkevin piratîkê, lê mijara danîna çekên gerîla heta niha nehatî zelalêkirin.
Li gor vê paketa pêvajoyê ku hikûmet bi rêberê PKKê Abdula Ocalan re lihev kiriye de, wê him ji bo bilezkirina gavên pêvajoyê û him jî çareserkirina pirsgirêkên herdu aliyan,komîteyên şopandina pêvajoyê bê lidar xistin, û îhtîmala mezin wê du sekretarî jî bên lidarxistin, yek wê li Hewlêrê paytexta herêma Kurdistanê be, ku bi Qndîl û KCKê re di nav têkiliyan de be û pirsgirêkên mijara vegerandin û vekşîna hêzên gerîla re alleqedar bibe, û yek jî wê li Enqerê be, û wê herdu sekreterî bi awayekî hevkar karê xwe bikin, û ofîseke xwe wê li deryê Îbrahîm Xelîla sînorê başûrê Kurdistanê ava bikin, ku karibe kesên ku vedigerin wan tomarbike û kêşeyan çareser bike.
Li gor ku medya Tirkiyê ragihand, wê destpêkê hemwelatiyên Tirkiyê yên ku navçeya Mexmûrê dimînin vegerin Tirkiyê, û pişt re wê gerîlayên ku şer nekrine û li ser wan ti lêpirsînên cezayî tine ye vegerin.
Herwiha li gor heman ragihandinan, şeş hezar û 155 endamên hêzên gerîla hene, û li gor detayên paketa qanûna pêvajoyê pêwîste ji meha tîrmeha 2015an de heta kanûnê, nîzîkî 2 hezar û 168 gerîla vegerin Tirkiyê, û di qonaxa duyemîn de jî pêwîste 2 hezar û 145 kes vegerin, lê derbarê rayedarên KCKê yên li Qendîlê û kesên berpirs yên ku ji PKKê Qutbûne de ku hijmara wan nîzîkî 127kesên ewê tenê jê 51 kes ku xeta sor li ser navên wan hene, jiyana xwe heta demekê li herêma Kurdistanê berdewam bikin, û yên din vegerin Tirkiyê, û wê derbarê kesên din ku ji PKKê qutbûne de û himara wan 3 hezar 971 kesin,di destpêkê de 711 kes ji wan tenê wê vegerin, û piştre 2 hezar 209 heta meha hezîrana 2015an de vegerin Tirkiyê.
Medya Tirkiyê diyar dike ku, îhtîmala mezin wê rayedarên KCKê beşekî ji gerîlayan tevlî hêzên YPGê li rojavayê kurdistanê bikin.
Rudaw
