‘Rewşa niha metirsîdar e û biryarên wêrek divên’
Rawêjkarê Encûmena Asayîşa Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro bi daxuyaniyeka nivîskî got ku ew Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û parlamentoyê ji bo amadekirina referanduma serxwebûnê pîroz dike û hêvî dike hemî pêkhateyên Kurdistanê jî piştgiriya vê însiyatîfê bikin û ji vê serbilindiyê bêpar nemînin.
Teksta peyama Mesrûr Barzanî wiha ye:
‘‘Piştgîrî û pîrozbayiya xwe pêşkêşî cenabê Serok Barzanî û Parlamentoya Kurdistanê dikim ji ber wê pêngava biwêrane ya ku îro li Parlamentoya Kurdistanê pêkanîn. Bêguman ev pêngav derfeteke baş çêdike da gelê Kurd biryarê li ser çarenivîsa xwe bide û ber bi serwerî û serbixweyiya xwe ve bimeşe.
Pîrozbayiya xwe pêşkêşî tevahiya pêkhateyên Kurdistanê dikim ku nêzîkî qonaxeke dîrokî û çarenivîssaz bûne ji ber ev qonax armanceke wan ya kevin bû û ji bo gehiştina vê armancê bi hezaran qurbanî dane. Vê rewşa ku niha li deverê derketiye holê gelek metirsî jî bi xwe re anîne lê belê di heman demê de derfeteke dîrokî jî afirandiye da em bigihin mafên xwe yên rewa û weke tevahiya gelên dî yên cîhanê serbixwe bin. Divê em hişyar bin û bizanibin heger biryarên biwêrane dernexin metirsiyên heyî dê me ber bi paş ve vegerînin, û wê demê ew metirsî dê ne tenê ji holê neyên rakirin lê zêdetir û bihêztir bibin û me bixin nav çarenivîseke nediyar de.
Li vêderê daxwazê ji tevahiya pêkhateyên Kurdistanê dikim ku berejwendiyên takekesî bidin aliyekî û bi hevre û bi hestên bilind yên netewî tevahiya şiyana xwe bixin tevgerê da ev proses bi ser keve û em serkeftinê bi dest bixin.
Daxwazê ji medyakarên birêz jî dikim ku rola xwe ya girîng bi hesteka berpirsiyarîtiya netewî pêkbînin û rewşeke aram ku xizmeta berjewendiyên netewî yên gelê Kurd bikin biafirînin. Em hemî li ber ezmûn û ceribandineke girîng û dîrokî ne, yekrêzî û yekhelwestiya me paşerojeke geş bo me garantî dike. Bila tu kes ji me ji vê serbilindî û serweriya dîrokî û netewî bêpar nebe.
Basnews
