Şofêrên Bakûrê Kurdistanê gihîştin malên xwe
Rêxistina DAIŞê îro 32 şofêrên Bakûrê Kurdistanê yên ku roja 10ê Hezîrana îsal li bajarê Mûsilê girtibûn, berdan.
Şofêrên han piştî ku hatin berdan li bajarokê Mexmûrê radestî rayedarên Tirkiyê hatin kirin û li gorî Wezîrê Derve yê Tirkiyê ji saet 17:00 ji Hewlêrê bi balafireke taybet ber bi Tirkiyê ve ketin rê.
Li gorî medyaya Tirkiyê, şofêrên Bakûrê Kurdistanê bîstekê beriya niha gihîştin bajarê Riha yê Bakûrê Kurdistanê û ji aliyê malbatên xwe û rayedarên bajêr ve hatin pêşwazîkirin.
Rudaw
