Li gor mercekî Malikî, Nûcêfî xwe kandîd nake
Usame Nucêfî di gotarekê de ku duh, 03.07.2014, pêşkêşî gelê Iraqê kir ragihand ku ew li ser daxwaza serkirdeyên Şîe li Iraqê xwe carek din bo posta serokê parlamentoyê kandîd nake.
Berî niha serkirdeyên Şîe li Iraqê ji Usame Nucêfî re ragihandibûn ku serokwezîrê kar bi rêkir yê Iraqê Nûrî Malikî razî bûye ku dest ji posta xwe berde û carek din bo wê postê xwe kandîd neke, bi mercê ku dive Nûcêfî jî xwe ji bo posta serokê Parlamenroya Iraqê kandîd neke.
Lewma Nûcêfî di gotara xwe de ragihand ku êdî xwe xwe bo posta borî kanîd nake û hêvî xwest ku pesê ku wê postê bigire serkeftî be di karê xwe û xizmeta gelê Iraqê de.
Nûcêfî da zanîn jî ku guhertin li Iraqê bûye daxwaza hemû aliyan bi Kurd û Sine û Şîe.
Usama Nûcêfî di sala 2010an de posta serokê Parlamentoya Iraqê bidest xist, li gor ku tê belavkirin jî kandîdê herî bihêz yê ku şûna Nûcêfî bigire parlamenterê lîsteya Mutehîdûn, ku Nûcêfî serokatiya wê dike, Selîm Cibûrî ye.
Li gor destûra Iraqê, serokê parlamentoyê dikare du xulan li ser hev bo wê postê xwe kandîd bike.
Rudaw
