Koşka Spî: Em hêvî dikin Kurd roleke avakar li Iraqê bilîzin
Josh Earnest di kongreyekî rojnamevanî de carek din tekez li ser helwesta Amerîka derbarê Iraqê de kir û ragihand ku “Bihêzbûna Iraqê di hevgirtina wê de ye û niha pêwîstiya wî welatî bi wê yekê ye ku hevgirtî bimîne heta bikare rûbirûyê çekdarên DAÎŞê bibe.”
Derbarê niyaza Herêma Kurdistanê bo encamdana referandomê de, da xelkê Herêm çarenivîsa xwe diyar bikin, Josh Earnest wiha got: “Em hêvî dikin ku Kurd roleke bibandor û avakar hebe li Iraqê û wek Sine û Şîe û aliyên din berjewendiya niştimnaî ya Iraqê ber çav bigirin.”
Duh, 03.07.2014, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di gotarekê de daxwza ji parlamentoya Kurdistanê kir ku amadekariyabike bo diyarkirina rojekê bo encamdana referandomê li Herêma Kurdistanê.
Ji aliyek din ve Barzanî ji parlamenteran re aşkere kir ku “Piştgiriya me ya navdewletî heye û ew ên ku piştgiriya me nakin dijminatiya me jî nakin.”
Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê daxwaz ji parlamenteran kir ku: “Yasaya komisyona hilbijartinan a Herêma Kurdistanê bi pejirînin.”
Serokê Herêma Kurdistanê di gotara xwe de tekez li ser wê yekê kir jî ku piştî gitina Mûsilê ji aliyê çekdarên DAÎŞê ve rewşa Iraqê hat guhertin.
Rudaw
