Konferensek taybet bi warê perwerdeyê
Civata wezareta perwerdeyê di bin serokatiya Sadiq Piştîwan wezîrê perwerdeyê yê hikûmeta herêma Kurdistanê, rojê 30ê hizîrana sala 2014ê, civiya bû û di civînê de hemû şîretmend û rêvebirên giştiyên wezaretê amade bûn û biraya sazkirina konferensê daye.
Di civînê de wezîrê perwerdeyê dîtin û pilana xwe ya ji bo çewaniya zêdetir xizmetkirina warê perwerde û fêrkirinê ber çav kir û ji aliyê beşdarên civînê ve hat nirxandin.
Wezîrê perwerdeyê di pilana xwe de tekîdê li ser xizmetkirina xwendekaran û rêzgirtin li maosteyan ku, bi dilsozî xizmeta sektora perwerde û fêrkirinê li herêma Kurdistanê dikin, kir.
Herwesa pirsgirêk û astengiyên warê perwerdeyê û rêyên çareseriya wan di civînê de hatin gotûbêj kirin.
