• Saturday, 14 February 2026
logo

Barzanî gihîşte Parlamentoya Kurdistanê

Barzanî gihîşte Parlamentoya Kurdistanê
Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî gihşîte hola Parlamentoya Kurdistanê da beşdarî civîna parlamentoyê bibe.

Derbarê civînê de, ku li ser daxwaza Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî tê lidarxistin, sekreterê Parlamentoya Kurdistanê, Fexredîn Qadir ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku “Civîn parlamentoyê bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê demjimêr 11:00 bi demha Hewlêrê destpê dike.”

Li gor ku Fexredîn Qadir ragihandiye dê civîn taybet be bi rewşa navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û pêşhatên dawî yên krîza Iraqê, lê amaje kir ku nediyare dê civîna parlamentoyê vekirî be yan jî wê girtî be.

Herwiha navborî da zanîn ku “Li gor peyrewa navxwe ya Parlamentoya Kurdistanê di civînê de parlamenter nikarin pirsiyaran arasteyî Serokê Herêma Kurdistanê bikin.”

Ev civîn di demekê de tê ku Iraq di guhertinên mezin re derbas dibe û van guhertinan bandor li ser rewşa Herêma Kurdistanê kiriye, bi taybetî ku niha hemû navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê vegeriyan bin kontrola Hêzên Pêşmerge û Serokê Herêma Kurdistanê di vê barê de ragihandibû ku “Madeya 140 ji destûra Iraqê hat cîbicîkirin û êdî em ti axeftinê li sewr nakin.”

Rudaw
Top