• Saturday, 14 February 2026
logo

Barzanî: Serxwebûna Kurdistanê bûye rastî

Barzanî: Serxwebûna Kurdistanê bûye rastî
Rawêjkarê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tekez kir ku ew reşa niha hatiye pêş derencama wê siyaseta şikestî û şaş e ku li İraq û navçeyê heye.

Mesrûr Barzanî got: ‘’Eger em niha berê xwe bidin İraqê dibînin ku çendîn grûbên Sunne hene li dijî polîtîkayên Bexdayê ne, lê ne ser bi DAİŞ’ê ne, lê ev derfet ji bo xwe bikaranîne bo bilindkirina dengê xwe û DAİŞ’ê jî ji vêna sûd wergirtiye.’‘

Derbarê çûna Hêzên Pêşmerge bo Kerkûk û navçeyên Kurdistanî yên derveyê îdareya herêmê de jî Barzanî ji televizyona Frans 24’ê re wiha axifî: ‘’Di derencama bûyerên vê dawiyê de, Herêma Kurdistanê bûye navçeyeke defakto ya serbixwe, lê ligel vêna jî hê ji aliyê civaka navdewletî ve wek dewleteke serbixwe nehatiye naskirin.’‘

Li ser beşdarbûna çekdarên biyanî di nav rêzên DAİŞ’ê de yên li İraqê, Barzanî nerînên xwe wiha anîn ziman: ‘’Agahî di destê me de hene ku gelek hevwelatiyên welatên Ewropayê di nav rêzên DAİŞ’ê de hene, yekem car ji bo şer çûn Sûriyê û ji wir jî niha hatine İraqê.’‘

Basnews
Top