Barzanî nameyekê ji Sîstanî re dişîne
Li gor çavkaniya zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, Barzanî di wê nameyê de ji Sîstanî re gotiye ku Malikî ne ew kese îro bi navê Şîa li Iraqê derkeve û ji ber wî proseya siyasî û leşkerî li Iraqê sernegirt.
Serokê frakisyona PDKê li Parlamentoya Iraqê Xesrew Goran piştrast kir ku nameya Barzanî gihiştiye Sîsîtanî û got “Name di berjewendiya hemû Iraqê de hatiye nivîsandin û Barzanî tê de daxwaza parastina biratiya di navbera Kurd, Şîa û Ereban de dike”.
Rudaw
