Buldan:Erdogan bi hemû derfetên dewletê dikeve hilbijartinê
Erdogan di axaftina xwe ya li wê civînê de got “Cara yekeme ku wê gelê Tirkiyê serokomarê xwe hilbijêrê û êdî wê serokomarî ji wîsayeta parlamento û saziyên din derbikeve û têkeve bin wîsayeta gel, eger gelê Tirkiyê wî hilbijêrê ewê bibe nûnerê 77 milyonî li Tirkiyê û wê serokomarî bibe qonaxeke nû ji bo pêşketina Tirkiyê”.
Piştî ku Erdogan bi awayekî fermî bû namzedê AKPê, serokê CHPê Kemal kiliçdaroglu ragihand ku “Erdogan ne li rojava û ne jî li rojhilata Tirkiyê ti pêgeha wî nameye û bi helwestên xwe hemû milet perçe perçe kiriye û xistiye nav xendek û cemseran, yekî bi vê kesayetiyê nabe bibe serokomar, serokomar pêwîste nûnertiya hemû xelkê bike û eger Erdogan dê dest bi propagandên hilbijartinê bike pêwîste destê xwe ji karê serokwezîrtiyê bikşîne”.
Partiya HDPê şandek ku ji Perwîn Buldan, Îdrîs Baluken, Sirî Sureya Onder, Mulkiye Bîrtane, Altan Tan û Hesîb Kaplan pêk tê û bi îmzeya 30 parlamenterî, navê hevserokê xwe Selahedîn Demîrtaş wek namzedê fermî yê partiyê radestî serokê Parlamentoya Tirkiyê Cemîl Çêçek kirin.
Perwîn Buldan ji çapemeniyê re got “Hevrik û rikberê Selahedîn Demîrtaş serokwezîr Erdogan e, ne Ekmelidîn Ihsanoglu ye û wê rikberiya hilbijartinê di nav van her du namzedan de birêve biçe, lê her kes dizane ku Erdogan wê bi hemû derfetên dewlet û hikûmeta Tirkiyê hilmetên hilbijartinê birêve bibe û bêdadiyeke mezin di navber her du derfetan de heye, lê baweriya me bi Demîrtaş heye û bi rêbaz û ramanên ku ew nûnertiya wê dike jî heye, ji ber ku namzedê HDPê nûnertiya hemû pêkhatiyên Tirkiyê û beşên bindest dike”.
Piraniya rojnameyên Tirkiyê bal kişand ser şêweya ragihandina CHPê û MHPê ji namzedên xwe Ekmelidîn Ihsanoglu û şêwaza ragihandina AKPê ji Erdogan û HDPê ji Demîrtaş re û diyar kirin ku ji destpêka vê şêweya ragihandinê ya CHP û MHPê re diyare ku “ewqas ne serkeftî ne û gelek nerazîbûn di nav cemawerên her du partiyan li dijî Ihsanoglu heye, nexasim ku CHPê partiyeke xwe çepgir û layîk dibîne û Ihsanoglu jî îslamperest û oldar e û her çend her du serokên CHP û MHPê didin diyarkirin ku ewê biserkevin, lê Ekmelidîn Ihsanogluti ezmûnên xwe wek Erdogan û Demîrtaş ku bi xelkê re biaxife, tine ye û Kemal Kiliçdaroglu û Dewlet Bahçelî neçarin gelek caran ew li dewsa wî biaxifin”.
Rudaw
