• Saturday, 14 February 2026
logo

Serokê parlamentoyê dixwaze NY derbarê referandumê de alîkar be

Serokê parlamentoyê dixwaze NY derbarê referandumê de alîkar be
Serokê Parlamentoya Kurdistanê daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî (NY) dike ku derbarê referanduma li navçeyên Kurdistanî de alîkariya hikûmeta Herêma Kurdistanê bike.

Serokê Parlamentoya Kurdistanê Yûsif Mihemed îro ligel şandeke Neteweyên Yekbûyî civiya û derbarê rewşa koçberên li Başûrê Kurdistanê û rewşa niha ya navçeyên Kurdistanî yên li dervey îdareya Herêma Kurdistanê de gotûbêj kirin.

Serokê parlamentoyê daxwaz ji NY kir ku alîkariya hikûmet û aliyên peywendîdar bike ji bo ku alîkariyên bilez bigihînin koçberan.

Derbarê çûna pêşmerge bo navçeyên Kurdistanî yên li dervey îdareya Herêma Kurdistanê de, Yûsif Mihemed got “Mafê pêşmerge ye ku hemwelatiyên Kurd û neteweyên din li wan navçeyan biparêze, ji ber gef li ser mal û jiyana wan heye”.

Serokê parlamentoyê herwiha got “Herêma Kurdistanê naxwaze di rêya leşkerî re pirsgirêka wan navçeyan çareser bike, lê dixwaze di rêya referandomê re ew pirsgirêk bê çareserkirin”.

Ji bo vê yekê jî, Yûsif Mihemed daxwaz ji NY kir ku rola xwe di pêkanîna referandumeke şefaf û dadperwer li wan navçeyan de bilîze.

Serokê Parlamentoya Kurdistanê tekîd kir ku “niha dema vegerandina navçeyên veqetyayî bo ser Herêma Kurdistanê ye di rêya yasayî û destûrî ye”.

Rudaw
Top