• Saturday, 14 February 2026
logo

‘Ji sedî 25’ê navçeya maddeya 140’ê di destê DAİŞ’ê de ye’

‘Ji sedî 25’ê navçeya maddeya 140’ê di destê DAİŞ’ê de ye’
Serpereştyarê Hêzên Pêşmerge li devera Kerkûkê Hemê Hacî Mehmûd da zanîn ku ji wan navçeyên berî bûyerên Mûsilê di bin kontrola artêşa İraqê de bûn û niha di jêr kontrola Herêma Kurdistanê de ne, Pêşmerge ji wan venakişin û got: ‘’Ji sedî 25’ê navçeya maddeya 140’ê jî di destê DAİŞ’ê de ye.’‘

Derheqa rewşa niha ya bajarê Kerkûkê û Hêzên Pêşmerge de Hemê Hacî Mehmûd ji AA’yê re wiha axifî: ‘’Hemû Hêzên Pêşmerge, Polîs û Antî Teror ên Kurd wek yek tîmî kar dikin ji bo parastina sînorên Kerkûkê.’‘

Serpereştyarê Hêzên Pêşmerge wiha dirêjî bi axaftina xwe da: ‘’Ez ne ji bo post û pile hatime Kerkûkê, lê baweriyeke min a tam bi Kurdistanîbûna vî bajarî heye û amade me heta nefesa xwe ya dawî xebatê jêre bikim, sala 1999’ê di şerê rizgarkirina Kerkûkê de birîndar bûm, niha jî amade me her wek wê demê ji bo vî bajarî şer bikim.’‘

Hacî Mehmûd da zanîn ku piştî valakirina hinek navçeyan ji aliyê artêşa İraqê ve DAİŞ’ê kariye dest deyne ser wan navçeyan û wiha pêde çû: ‘’Hêzên Pêşmerge ew navçe ji çekdarên DAİŞ’ê standin û niha rewş gelekî aloz e, car car şer heye, me xetek çêkiriye hevwelatî ji Tikrît ber bi Kerkûkê ve direvin. Bi baweriya me derfeteke baş bo Kurdan hatiye pêş.’‘

Li gor Serpereştyarê Hêzên Pêşmerge li devera Kerkûkê Hemê Hacî Mehmûd, heta niha ji sedî 25’ê navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê di destê DAİŞ’ê de ne û Hêzên Pêşmerge neçûne wan deveran.

Basnews
Top