• Saturday, 14 February 2026
logo

Wezareta samanên xwezayî dabeşkirin û firotina benznê rêkdixe

Wezareta samanên xwezayî dabeşkirin û firotina benznê rêkdixe
Piştî serhildana pirsgirêka kêmbenzîniyê li benzînxaneyên herêma Kurdistanê, bi taybetî li Hewlêrê, wezareta samanên xwezayî a hikûmeta herêma Kurdistanê rênîşanderên nû ji bo wan kompaniyên benzînê împort dikin derxistin û li gor wan rênîşanderan buhayê yek lîtra benzînê nabe ji 1250 dînaran zêdetir be.

Civata wezîrên hikûmeta herêma Kurdistanê di biryarekê de li ser meseleya dabeşkirina benzînê ku, ji aliyê serokê civata wezîran ve hatiye îmza kirin, wezareta samanên xwezayî bi derxistina rênîşanderên nû û pêdana îcazeya împtrkirina benzînê bo herêma Kurdistanê radibe.

Li gor rênîşanderên wezareta samanên xwezayî ji bo wan bazirganên benzînê împort dikin divê kalîteya bezînê bi wî awayê wezaretê diyarkirî be û îcaze jî dê ji wan kompaniyan re bê dan yên ku, ji sê yan zêdetir wêstgehên benzînê hene.

Her bazirganek çênabe rojê kêmtir ji 500 hezar lîtrên benzînê împort bike û kêmtirîn rêjeya destûr jê re bê dan divê ji 10 milyon lîtran kêmtir nebe û piştî hikûmet razî dibe, çênabe îportkirina benzînê ji 30 rojan zêdetir texîr bibe.

Top