• Saturday, 14 February 2026
logo

Ocalan: Ji bo gerîla li çiya nemînin divê destûr bê guhartin

Ocalan: Ji bo gerîla li çiya nemînin divê destûr bê guhartin
Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ragihand ku eger hikûmta Tirkiyê li gor pêvajoya aştî û çareseriya pirsgirêka Kurd destûra bingehîn a Tirkiyê neguhere, pirsgirêk çareser nabin û yên li çiya jî danakevin.

Endamê şanda HDPê Idrîs Balûken ji rojnamevanan re diyar kir ku Ocalan dibêje “ji bo ku Tirkiyê bibe dewleteke hemdem, pêwîste yasayên xwe jî hemdem bin, pirsgirêkeke temen sed salî heye û hikûmet heta niha ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê nikare yasayên pêwîst derbixe, tevî ku ev tişt pir dereng maye”.

Balûken ku roja 26ê gulan bi şanda HDPê re çûbû Îmralî û bi Ocalan re hevdîtin pêk anîbû, got ku Ocalan gelek rexne li rêzefîlma bi navê “Sedsala Muhteşem” a li ser Împaratorê Osmanî Suleymanê Qanûnî kirin.

Li gor Balûken, Ocalan derbarê vê yekê de wiha gotiye “Împaratorên Osmaniyan ji bo desthilata xwe biparêzin gelek caran zarok û malbatên xwe bidarvekirine û kuştine û ev rêzefîlm dide diyarkirin ku heta niha rêbaz û ramana hakim ewe ku ji bo parastina desthilatê her tişt serbeste û desthilatdar jî ji bo parastina kursiyê xwe dikare kurê xwe û malbatê xwe jî tev bikuje”.

Ocalan da zanîn ku “li pêş AKPê û Erdogan du rê hene, yan wê AKPê bibe partiyeke desthilatdar û oturîter yan jî ewê gavên demokratîk bavêje û bibe partiyeke hemdem û wê demê ewê bandora xwe bi erênî li ser hemû Tirkiyê bike”.

Rudaw
Top