• Saturday, 14 February 2026
logo

Şer di navbera parlamenterên Kurd û Şîa de derket

Şer di navbera parlamenterên Kurd û Şîa de derket
Di yekemîn civîna xula sêyem a Parlamentoya Iraqê de şer di navbera parlamenterên Kurd û Şîa derket û ji ber vê yekê weşana zindî ya civînê rawestiya.

Berî ku parlamenter bêhnvedanekê bisîtinin, parlamentera Kurd Necîbe Necîb bi dengekî bilind daxwaz ji serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî ku di civînê de beşdar bû kir, dorpêça li ser Herêma Kurdistanê rake û mûçe û budceya Herêma Kurdistanê bişîne.

Ji ber vê yekê parlamenterekî Hevpeymaniya Dewleta Yasa ya bi serokatiya Malikî nerazîbûna xwe anî ziman û Herêma Kurdistanê bi wê yekê tometbar kir ku “serkirdeyên DAÎŞê dihewîne”.

Piştî vê yekê şerê bi axaftinan di navbera parlamenterên Kurd û yên Dewleta Yasa de derket, ji ber vê yekê jî weşana zindî ya civînê rawestiya

Rudaw
Top