Barzanî: Em Bi Parliyamentê Re Mijûlî Diyarkirina Roja Referandomê ne
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpeyvînekê de bi BBC re got, ku ew bi Parliyamenta Kurdistanê re mijûlî diyarkirina rojekê ne, ji bo destpêkirina referandoma serxwebûna Kurdistanê.
Mesûd Barzanî herweha got, ku Iraq bi xwe niha perçebûye û biryara serxwebûna Kurdistanê ne biryara min e, lê belê biryara xelkê Herêma Kurdistanê ye.
Di bareya dema encamdana referandoma serxwebûna Kurdistanê de, Barzanî ragihand, ku dema destpêkirina referandomê pirsgirêka çend mehekê ye.
Serokê Herêma Kurdistanê got, ku pilan ji bo destpêkirina referandomê hatiye danîn û tenê dema wê maye.
Rûdaw
