Erdogan bû namzedê AKPê ji bo serokomariya Tirkiyê
Di civîna xwe ya îro de, AKPê Erdogan wek namzedê xwe di hilbijartinên serokomariya Tirkiyê de destnîşan kir.
Berî niha CHP û MHPê namzedê xwe ji bo serokomariyê destnîşan kirin ku ew jî Akmelidîn Ihsanoglu ye.
Herwiha namzedê HDPê ji bo heman postê Selahedîn Demîrtaş e .
Biryar e hilbijartinên serokomariya Tirkiyê di 10ê tebaxê de bên kirin.
Li gor rapirsiyên herî dawî, tê pêşbînîkirina Erdogan di gera yekem a hilbijartinê de 50-54% ji dengan bi dest bixe.
Rudaw
