Ji sala 2007an ev Nêçîrvan Barzanî pêşbîniya rewşa niha li Iraqê kiribû
Herwiha di belgenameyê de hatiye ku Nêçîrvan Barzanî ji şanda konsulxaneya Amerîka re gotiye ku çareserî ewe ku Amerîka û Îran li ser Iraqê gotûbêjan encam bidin.
Li gor belgenameya Wikileaks, Barzanî di civînê de ev gotin kirine:
Îran dizane ku tenê ew û Amerîka piştgiriya hikûmeta Iraqê dikin.
Proseya lihevanîna Sine û Şîe biser nakeve, ev yek ne şaşiya Amerîka ye lê belê ev rastî ye.
Her demekê hêzên Amerîka ji Iraqê vekişin dê rewş wek xwe lê were.
Pêwîseta Amerîka hizra çareseriyekê bike, ne avakirina hikûmetek navendî ya bihêz, ji ber ku serkeftî nabe.
Niha serxwebûna Kurdistanê ne di berjewendiya Kurdan de ye, lê divê sîstemê Iraqê fedralî be, ne ku hebûna hikûmeteke navendî ya bihêz.
Pêwsîte Îran û Amerîka li ser pirsa Iraqê jihev nêzîk bibin û bigihne çareseriyeke.
Li Îranê bandora herî mezin derbarê pirsa Iraqê de ya Qasim Silêmanî û Elî Larîcanî ye.
Îranî dixwazin li ser Iraqê têkevin danûsrandê de ligel Amerîka.
Tirsa Îraniyan ji wê yekê ye ku piştî hêzên Amerîka Sine werin ser desthilatê û hikûmetê kontrol bikin.
Ne Amerîka û ne jî Îsraîl êrîş nakin li ser Îranê.
Her demekê Bexda razî bibe, li cem me asayî ye ku peywendiyên me ligel Îsraîl hebe.
Rudaw
