• Saturday, 14 February 2026
logo

Kerkûk… Hejmarek Turkuman Ji Alîyê Çekdarên Da`iş Ve Hatine Dorpêçkirin

Kerkûk… Hejmarek Turkuman Ji Alîyê Çekdarên Da`iş Ve Hatine Dorpêçkirin
Jêderekî ji hêzên ewlekariyê yên bajêrê Kerkûkê ragihand, ku hejmarek hevwelatîyên Turkuman xwestin biçin nava gundên xwe, belê bombeka çandî bi wan ve teqîya û di encam de, 8 kes bûn qorbanî û hejmarek jî ji alîyê çekdarên Da`iş ve hatin dorpêçkirin.

Evî jêderî ji PNA re ragihand, ku hejmarek hevwelatîyên Turkuman xwestin biçin nava gundên xwe yên nêzîkî gundê Beşîr, ji bo ku hinek kel û pelên taybetî yên xwe bihînin, belê di navbera gundê Beşîr û Şemsîye de bombeka çandî teqîya û di encam de, kesek hat kujtin û 7 jî birîndar bûn û 43 kes jî ji alîyê çekdarên Da`iş ve hatin dorpêçkirin.


Weha jî da zanîn, ku di dema teqînê de, çekdarên Da`iş bi gulle hawinan êrîşî ser hêzên pêşmerge kirin û di encam de, pêşmergeyek birîndar bû û hêzên pêşmerge jî bersiva wan dan.


Weha jî da xuyakirin, ku hinek ji wan kesên han ên ku xwestin biçin nav gundên xwe, ser bi grupa Xesayib Ehil Heq in.
Top