• Saturday, 14 February 2026
logo

Konfransa Medrîdê belgeyek derbarê pirsa kurd li Sûriyê pejirand

Konfransa Medrîdê belgeyek derbarê pirsa kurd li Sûriyê pejirand
konfransa şêwirmendiyê ya kurdên Sûriyê ligel grûpa kar a Qurtoba ku li Medrîd a paytexta Espaniya birêve dice sere sibeha îro, duşemê, belgeyek derbarê pirsa kurd de pesend kir.

Belgeya ku ji 11 xalan pêk tê, şêwe û sîstema dewleta Sûriyê û herwiha mafên gelê kurd di Sûryeya nû de li xwe digre.

Belgeya sepandî tekez dike ku divê kirîza Sûriyê li ser bingeha siyasî û li gor omêdiyên gelê Sûriyê, hilweşandina rejîma Sûriyê û peydakirina şûngirê demokratîk ê piralî bê çareserkin.

Li gor belgeyê, komara Sûriyê ya federal dê pir netew, ol û çand be û sîstema wê nîv serokayetî nîv parlemanî be û li ser bingeha veguhertina desthilatê bi awayekî aştiyane û cudakirina desthilatan bê darijandin.

Belge herwiha tekeziyê li ser têkbirina tevahiya projeyên nijadperst û şoven ên ku li dijî gelê kurd hatine cîbicîkirin û jinavbirina encamên wan dike.

Di xalin din de, belge dazxwaz dike ku zimanê kurdî li kêlek zimanê erebî weke zimanekî fermî li welat bê sepandin û kurd bi rastî beşdarî dam û dezgehên dewletê bibin.

Di xala dawî ya belgeyê de, konfransa şêwirmendiyê ya kurdên Sûriyê tekeziyê li ser yekparçebûna xaka Sûriyê dike û her pirojeyeke cudaxwaz red dike.

konfransa şêwirmendiyê ya kurdên Sûriyê her sê rojên 28,29 û 30yê vê meha hezîranê li paytexta Espaniya Medrîd birêve çûbû û ev konfrans li ser daxwaza kongirê Qurtoba û bi siponseriya Hikûmeta Espanî û Yekîtiya Ewropayê hatibû Fînanse kirin .

Rudaw
Top