Qayemeqamê Kerkûkê: Parêzgar Desthilat Ji Me Wergirtine
Kamîl Saleyî ji PNA re ragihand, ku ew desthilatên ku berî niha di destên qayemeqam de bûn, parêzgarê Kerkûkê hemû wergirtine û ji bajêrvanîyê re dane. Got jî: wan çend caran bi nivîsara fermî parêzgar ji evê yekê agahdarkirine, belê bêsud e.
Weha jî da zanîn, ku wana komîteyek ji bo çavdêrîkirina nirxên bazar danîne, ji bo ku di meha Remezana pîroz de nirxên kel û pelan nehê zêdekirin.
