Îran: Eger kurdên Iraqê serxwe bibin Tirkiye dê zirarê bibîne
Şêwirmendekî Serokê Parlamentoya Îranê bi navê Husên Şêxulîslam, di nivîsekê de li ser rewşa Iraqê gotiye, Iraq ti carî ji hev belav nabe ji ber ku eger tiştekî wisa çêbibe wê demê Rojhilata Navîn aloz dibe lewma komara îslamî ya Îranê qet nahêle ev yek biqewime.
Şêxulîslam, li ser îhtimala çêbûna dewleta kurdî li Başûrê Kurdistanê jî dike û dibêje, eger kurd ji Iraqê veqetin yekemîn welatê ku bi vê yekê aloz dibe Tirkiye ye ji ber ku li gorî wî rayedarê îranî, çendîn sal e serê Tirkiyê bi pirsgirêka kurd dêşe.
Şêwirmendê serokê parlamentoya Îranê perçebûna Iraqê davêje stûyê Îsraîl û “hinek welatên paşketî” û dibêje, ew dixwazin bi rêya jihevbelavkirina Iraqê Rojhilata Navîn aloz bikin lê komara îslamî ya Îranê dê rê nede vê yekê.
Beriya niha jî Wezîrê Îttilaata Îranê gotibû, Îran li hember perçebûna Iraqê bêdeng namîne û Iraq ji hev belav nabe.
Rudaw
