Ji ber êrişên DAIŞê 350 malbatên Mesîhîyên Mûsilê awareyê Herêma Kurdistanê bûn
Hefteya borî li qezaya Qereqoş û bajarokê Bertile şer û pevçûn di navbera çekdarên DAIŞê û hêzên Pêşmerge de çêbû û di encam de hejmarek ji mesîhîyên mawçeyê, mal û halên xwe bi cih hêlan û berê xwe dane Herêma Kurdistanê û beşek ji wan li bajarokê Akrê hatin bicihkirin.
Cewher Elî Ezîz qayimmeqamê qezaya Akrê di evê bareyê de ji PNA re ragihand: ´´ piştî bombarana qezaya Hemdanîye û bajarokê Bertile di roja pêncşembîyê de ji alîyê çekdarên DAIŞê ve nêzîkî 350 malbatên mesîhî berê xwe dane Akrê û li gundê Nihava û Bane Sor bi cih bûn û beşek ji wan jî di malên xizmên xwe de û beşek jî di qotabxaneya gund de hatin bichihkirin.´´
Qayimmeqamê qezaya Akrê herwiha ragihand, ku îro wan bi hevkarî û hemahengîya rêkxistinên navxweyî û biyanî kelûpelên nav mal bi ser hemû ewan awareyan de dabeş kirine.
