• Saturday, 14 February 2026
logo

Netanyahu: Emê piştgiriya serxwebûna Kurdistanê bikin

Netanyahu: Emê piştgiriya serxwebûna Kurdistanê bikin
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu, ragihand ku ew piştgiriya serxwebûna Kurdistanê û avabûna dewleteke kurdî dikin.

Netanyahu di peymangeha INSS a lêkolînan a ser bi zanîngeha Til Avîv tekez kir ku ji ber şerê navbera Sunnî û Şîeyan, Iraq û deverên din ên Rojhilata Navîn têk çûne û got ku ew weke Îsraîl piştgiriya kurdan bo ragihandina dewletê dikin.

Serokwezîrê Îsraîlê diyar kir ku Kurd milletekî têkoşer e, û ji ber pabendbûna wan a siyasî hêjayî serxwebûnê ne.

Helwesta Îsraîl li hember serxwebûna Kurdistanê berovajî helwesta Amerîka ye ku berî çend rojan wezîrê derve yê Amerîka John Kerry li Hewlêrê ragihandibû ku ew bi yekgirtina Iraqê re ne.

Tê zanîn ku piştî kontrolkirina Mûsilê ji aliyê Dewleta Îslamî li Şam û Iraqê DAÎŞê ve û vekişîna hêzên Iraqê ji navçeyên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, pêşmerge hemû ew navçeyên veqetandî kontrol kirin û serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî piştre serdana pêşmergeyan li Kerkûkê kir û ragihand ku madeya 140 êdî bicihkirî ye

Rudaw
Top