Çekdarên Da`iş Ji Bajarokê Qeretepe Nêzîk Bûne
Rêvebirê nawçeya PDK ya li Qeretepe Sebah Birayetî ragihand, ku çekdarên Da`iş devera Hemrîn kontrolkirin û niha wan xaleka pişkinînan danîne ku 6 KM ji bajarokê Qeretepe yê ser bajêrê Kifrî ve dur e.
Weha jî da zanîn, ku hêzên pêşmerge ji bo rû bi rûbûna çekdarên Da`iş amadene.
