• Saturday, 14 February 2026
logo

Li Kerkûkê şer di navbera çekdarên Şîa û DAÎŞê de derket

Li Kerkûkê şer di navbera çekdarên Şîa û DAÎŞê de derket
Li parêzgeha Kerkûkê şer û pevçûn di navbera çekdarên DAÎŞ û grûpên çekdarî yên Şîa de derket û heta niha 14 çekdarên Şîa birîndar bûne, herwiha 2 pêşmerge ji ber wî şerî birîndar bûne.

Çekdarên Şîa li gundê Beşîr ê girêdayî parêzgeha Kerkûkê êrîşî çekdarên DAÎŞê kirin û wan jî bi hawen û katyoşa bersiv dan û 7 çekdarên Şîa birîndar kirin.

Li gor zaniyarên Tora Medyayî ya Rûdawê, dema ku çekdarên DAÎŞê bersiva çekdarên Şîa dan, hawenek li nav hêzên pêşmerge li nêzîk wê navçeyê ket û di encam de 2 pêşmerge birîndar bûn.

Di êrîşa çekdarên Şîa de hêzên pêşmergeyê Kurdistanê beşdar nebûn, ev yek jî li ser xwesteka wan grûpên Şîa ne ku dixwazin bi xwe navçeyên xwe biparêzin.

Li ser rêya navbera gundê Beşîr û bajarokê Tazexumatû de bombeyeke vedayî bi otombîla grûpeke çekdarên Şîa de teqiya û di encam de 7 çekdarên din ên Şîa birîndar bûn.

Rudaw
Top