Salih Mutleg: Çênabe Îraq yek parçe bimîne
Mutleg bibîr xist ku niha damezrandina herêmeke Sune ji aliyê hejmareke zêde ya hevwelatiyên Sune ve tê pesend kirin, ku berê ew fikir bi hemû awayan red dikirin. Mutleg behsa pêşhatên nû û metirsiyên rûbirûyê İraqê dibin kir û got: ‘’Bernameyê hikûmeta Malikî bûye sedem ku Sune bi piştgîriya hêzên navxwe, herêmî û navnetewî ji bo damazrandina herêmeke Sune kar bikin.’‘
Li gor Mutleg, take rê j bo derneketina şerê navxweyî û mezhebî yê demdirêj, peydakirina kesekî ye ku cihê Malikî bigire û herwiha bawerî û girêbesteke nû di navbera hemû aliyên siyasî de were îmze kirin.
Cêgirê Serokwezîrê İraqê wiha dibêje: ‘‘Paşerojeke tarî li benda Îraqê ye û eger heye çekdarên radîkal heta bi Bexdayê jî biçin. Eger hikûmet grûbên çekdar ku hê neçûne nav DAÎŞ’ê û çareseriyeke siyasî peyda neke, êrişên DAÎŞ’ê ranawestin û dê heta Bexdayê jî biçin.’’
Basnews
