• Saturday, 14 February 2026
logo

Ocalan: Ez nikarim ji bo serokomariyê navekî ferz bikim

Ocalan: Ez nikarim ji bo serokomariyê navekî ferz bikim
Rêberê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan diyar kir ku nikare ji bo namzediya serokomariya Tirkiyê navekî li ser komîsyona destnîşankirina namzedê serokomariyê ya HDPê ferz bike.

Şanda Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku serokwekîlên koma partiyê Pervîn Buldan û Îdrîs Balûken û parlamenterê Stenbolê Sirri Sureya Onder pêk dihat, piştî ku serdana Girava Îmraliyê kir û hevdîtin ligel Ocalan pêk anî, daxuyaniyek da.

Li gor daxuyaniya HDPê, hevdîtina bi Ocalan re 3 saetan dewam kir û moral û tenduristiya wî baş bû.

HDPê diyar kir ku Ocalan di hevdîtinê de got ku “di vê pêvajoya dîrokî de xebat dê êdî li ser bingeheke yasayî bên kirin” û ev yek jî “pir watedar dît”.

Ocalan herwiha got “Dewletê heta niha ji bo pirsgirêkan bi civakê re şer dikir û diket pêvçûnê. Lê belê dewlet bi vê rastkirinê cara yekê ye yasayekê çêdike ku pirsgirêk di rêya danûstandinan re dê bên çareserkirin”.

Rêberê PKKê Ji ber vê yekê jî dibêje ku rola vê qanûnê dîrokî ye û dê rêya lihevkirina civakê veke” û ji hemû civakê xwest ku piştgiriyê bidin qanûnê.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku Ocalan wiha jî gotiye: “Ji bo jiyana azad û demokrat a paşeroja Tirkiyê, pir girîng e ku pirsgirêk bi awayekî demokratî û yasayî çareser bibe”.

Derbarê hilbijartinên serokomariya Tirkiyê de, hat gotin ku Ocalan pirsa hilbijartina serokomariyê jî dişopîne û li ser namzedê HDPê yê serokomariyê gotiye ku “divê ew nûneratiya hemû gel bike”.

Lê Ocalan di heman demê de tekîd kir ku ew nikare ji bo namzediya serokomariyê navekî li ser komisyona destnîşankirina namzedê serokomariyê ferz bike.

Tevî ku hevserokê HDPê gotiye ku amade ye bibe namzedê serokomariyê, lê heta niha HDPê nazmedê xwe destnîşan nekiriye.

Rudaw
Top