• Saturday, 14 February 2026
logo

Dadgeha Federal a İraqê: Firotina petrola Kurdistanê yasayî ye

Dadgeha Federal a İraqê: Firotina petrola Kurdistanê yasayî ye
Dadgeha Bilinda Federal a İraqê ragehand ku firotina petrola Herêma Kurdistanê yasayî ye û doza Wezareta Petrolê ya İraqê li ser vê pirsê jî vala derket.

Piştî firotina yekem barê petrola Kurdistanê, hikûmeta İraqê li Dadgeha Bilinda Federal a İraqê doz li ser Wezîrê Çavkaniyên Xwezayê yê Herêma Kurdistanê doz vekiribû ku qaşo bi awayekî neyasayî petrol firotiye.

Dadgeha Bilinda Federal a İraqê roja 23.06.2014’ê li ser doza Wezareta Petrolê ya İraqê civiya û bi piraniya dengan doza Wezareta Petrolê ya İraqê pûç kir û ragehand ku firotina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya bendera Cîhan a Tirkiyê yasayî ye.

Li gor daxwiyaniya Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê, doza Wezareta Petrolê ya İraqê li ser firotina petrola Herêma Kurdistanê berevajiya yasayê İraqê ye, ji ber maddeya 110 ya Destûra Bingehîn a İraqê maf daye Herêma Kurdistanê ku petrola xwe bifroşe.

Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê daxwaz ji hikûmeta İraqê û şirketa SOMO kir ku rêz li biryara Dadgeha Bilinda Federal a İraqê bigrin û careke din bi awayekî neyasayî destê xwe nexin nav karûbarê firotina petrola Kurdistanê û siyaseta petrolê ya Kurdistanê û herwiha dest ji wan gefên xwe yên bê bingeh berdin.

Basnews
Top