Demîrtaş: Eger min bikin namzed ez amade me
hevserokê HDPê Demîrtaş di bernameya televizyona Haber Turk de axivî û got: “Heke meclisa partiyê min weke namzet destnîşan bike, ez ji wezîfê na revim.”
Demirtaş li ser proje yasaya nû jî nêrînên xwe parvekirin û dazanîn ku HDP dê piştgiriya vê proje yasayê bike.
Demirtaş proje yasa girîng nirxand û got “Yekem car prose digehe qonaxeke yasayî ev yek gellek girînge ji bo kurdan, em dixwazin kemal Kiliçdaroglu jî peyama piştgiriyê bide.”
Hevserokê HDPê li ser daxistina ala Tirkan li navçeya lîcê jî nerazîbûna xwe anî ziman û got: “Herî zêde em ji van prawekasyonan zirarê dibînin. Me çi caran ala tirkiyê sivik ne dît, em dibêjin al nirxekî hevpar e, ne tenê ya neteweyekê ya hemû gelên tirkiyê ye, nîqaşên li ser ala tirkiyê tên meşandin herî zêde zirarê dide me”
Rudaw
