Tirkiyê wê benzîneke zêdetir bişîne Herêma Kurdistanê
Li gora zaniyariyên ku ketine destê Toa Medyayî ya Rûdawê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di seredana xwe ya duh, Pêcşemî, li Tirkiyê de, pirsa kêmbûna benzînê li Herêma Kurdistanê aniye rojevê û hinek gavên ku vê pirsê çareser bikin avêtine.
Li gora vê yekê, wê Tirkiyê di rêya deriyê Xabûr-Îbrahîm Xelîl re zêdetir sûtemeniyê bişîne Herêma Kurdistanê.
Di rêkeftinê de hatiye ku 200 tankerên benzîn ên zêdetir ji ya ku rojane tê, wê ji Tirkiyê derbasî Herêma kurdistanê bibe.
Rojane pêwîstiya Hewlêr, Silêmanî, Kerkûk û Mûsilê bi 4 heta 5 ton sûtemenî heye û wê ev yek ji aliyê Tirkiyê ve were dabînkirin.
Li gora zaniyariyên ku ji aliyê Tirkiyê hatine wergirtin, tê gotin ku ew rêjeya sûtemeniyê ya ku Tirkiyê heta niha derbasî Herêma Kurdistanê dikir, wê were zêdekirin.
Herwiha eger rewşa rafînera Bêcî xirabtir bibe û aloziya sûtemeniyê li Iraqê mezintir bibe, dibe ku ew jêrzemîna boriya petrolê ya Kompaniya “Turkish Petroleum International Company” têxin dewrê.
Rudaw
