Barzanî: em dê serxwebûna Kurdistanê rabigihînin û Amerîka jî gerek têbigihe
Rojnameyê ew jî diyar kiriye ku Barzanî di hevdîtina duh li gel Kerry gotiye: Take çareserî ji bo ku Êraq yekgirtî bimîne ewe ku guhertin di desthilatê de bê kirin ku tenê Malikî venegere desthilatê.
Her weha rojnameyê ew jî zaniye ku aliyên Şî`e 3 senaryo ji bo ku Serokê hikûmeta Êraqê federal Nurî Malikî wîlayeta sêyem negrê dest xwe dariştine.
Jêderan behsa wê yekê dikin ku serkirdeyên Şî`e li jêr ronahiya merc`ê Şî`iyan ê bilind Elî sîstanî gotûbêja sê0 senaryoyan dikin ku çawa reftarê li gel rewşa emnî û siyasî ya niha li Êraqê bikin, ku li gor her 3 senaryoyan Malikî li derveyî hikûmeta pêşerojê dibê.
