Malikî: Yekîtiya axa Iraqê di metirsiyê de ye
Malikî di gotara xwe ya heftane de bêy ku bi navê nav bike, êrîşî Herêma Kurdistanê û serkirdeyên Kurd kir. Malikî derbarê vê yekê de got ku “serkirdeyên terorîstan bajarekî Iraqê ji xwe re kirine navend û li wir pilanên êrîşên xwe li dijî bajar û bajarokên Iraqê datînin”.
Derbarê daxuyaniyên serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de ku behsa qonaxa berî kontrolkirina Mûsilê ji aliyê DAÎŞê û piştî ku bajarê ket bin destê çekdarên wê rêxistina radîkal de dike, Malikî got ku “hinek kes bi şaştî behsa qonaxa Mûsil û piştî Mûsilê dikin”.
Rudaw
