Mesrûr Barzanî ligel şandeke parlemana Brîtanyayê civiya
Duh Şewirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya heyeteke partiya kar ya Berîtanyayê ya li parlementoya vê welatî kir.
Di hevdîtinê de her du alî behsa rewşa ewlekarî ya çend navçeyên Îraqê û her du Parêzgehên Mûsil û Kerkûkê kirin.
Di beşeke din ya vê hevdîtina han de birêz Mesrûr Barzanî got: “Jiber êrîşên Terorîstên DIŞIê boşatiyeke gelek mezin ya ewlekarî li piraniya navçeyên Îraqê de çê bûye bi taybetî di wan Parêzgehan de ku hevsînorên Kurdistanê ne û di nava wan Parêzgehan de pêkhateya dezgehên ewlekarî bi temamî hatiye hilweşnadin.”
Mesrûr Barzanî di beşeke din ji axavtinên xwe de behsa wan Terorîstan kir û wisa axaftinên xwe domand: “Ev taqima Terorîstî bi tenê bo ser Kurdistan û Îraqê metirsiya xwe nîne belku bo ser tevahiya welatên deverê û Rojavayê jî metirsîne jiber vê çendê pêdeviya me bi hevkarî û piştgîriya civaka navnetewî heye daku bikaribin rûbirûyê Terorîzimê bibin lêbelê nabe ev piştgîrî kirina han di çarçoveya dijatî kirina pêkhateyeke Îraqê anjî piştgîrî kirin ji pêkhateyek ji bo dijatî kirina pêkhateyeke din be.”
Di beşeke din a evê civîna han de behsa wan tedbîran hate kirin ku ji aliyê Kurdistanê ve bo rûbirû bûn bi gefên wan Terorîstan û parastina rewşa ewlekariya Kurdistanê û herwiha piştrast kirina welatiyên Kurdistanê hatine stendin, ev di demekî deye ku Kurdistan bûye wargeheke aram û baş bo Penaberan û bi sed hezaran Penaberên Îraqê û Sûrî hembêz kiriye.
