• Saturday, 14 February 2026
logo

Serokê encûmena qezaya Kerkûkê hate terorkirin

Serokê encûmena qezaya Kerkûkê hate terorkirin
Duh di êrişeke terorîstî de serokê encûmena qezaya Kerkûkê Monîr Qaflî hate kuştin û pasevanê wî jî bi giranî birîndar bû.

Jêderek ji polîsê parêzgeha Kerkûkê ji PNA re ragihand:´´ Monîr Qaflî endamê turkman ê encûmena qezaya Kerkûkê îro di êrişeke terorîstî de ji alîyê çend çekdaran ve di nava otomobîla xwe de hate terorkirin û di cih de cane xwe ji dest da.´´

Li gor heman jêderê ev bûyera terorîstî li nêzîkî pira Çar a li taxa Eskerî hatiye encamdan. Polîsê Kerkûkê herwiha ragihand, ku di evê êrişa çekdarî de pasevanê serokê encûmena qezaya Kerkûkê jî bi dijwarî birîndar bûye.

Monîr Qaflî yek ji ewan kesan bûye ku serpirestîya hevkarîyên tirkiyeyê bo awareyên Iraqî dikir ku ji bajarên Iraqê ve û ji tirsa DAIŞê ve revîyabûn.
Top