Hûrkarîyên dîdara serokê Kurdistanê û wezîrê derveyê Amerîkayê
Malpera fermîya serokatîya Herêma Kurdistanê naveroka civîna serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û wezîrê derveyê Amerîkayê John Kerry weşandiye. Li gor malpera serokatîya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de ku Newşîrwan Mistefa Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goran û Nêçîrvan Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Berhem Saleh Endamê Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê û Qubad Talebanî Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê û Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Herêma Kurdistanê amade bûn, di destpêkê de Wezîrê Derveyê Amerîka xweşhaliya xwe bi hatina xwe ya Kurdistanê nîşanda û balkişand li ser wê yekê ku ew kar û binyatnana li Herêma Kurdistanê hatine kirin û her wiha siyaset û îdaredana kar û barên li Kurdistanê gelek baş bûye û eve jî behs kir ku îdareya Serok Obama nêrîneke erênî beranber wan binyatnanên li Herêma Kurdistanê da heye û her wiha ji bo pêkanîna kabîneya heştema Hikûmetê pîrozbahiyê li Serokê Herêma Kurdistanê kir.
Di derbarê rewşa siyasiya Iraqê Wezîrê Derveyê Amerîka wê yekê xisterû ku welatê wan bi hurî dûvdaçûnê li ser rewşa Iraqê dike û gumaneke mezin beranber rewşê û bi hêzbûna terorîstan heye û bi pêwîstî jî zanî ku Iraq bi zûtirîn dem ji wê qeyranê derkeve. Wezîrê Derveyê Amerîka amadehiya welatê xwe jî nîşanda ku yarmetiyê proseya siyasî û pêkanîna Hikûmetekî bingeha wê berfireh û giştgîr bide ku hemû pêkhatên Iraqê têda beşdar bibin.
Li beranber da Serok Barzanî bi navê xwe û serkirdayetiya siyasiya Kurdistanê gelek bi germî bi xêrhatina Wezîrê Derveyê Amerîkayê kir û spas û pêzanînên xwe û gelê Kurdistanê jî ji bo Hikûmet û gelê Amerîka ragihand bo wan qurbanî û yarmetî û piştgîriya her ji raperînê ve heta rûxana rejîmê û paş wê jî pêşkêşî Kurdistaniyan kirine.
Serok Barzanî got: ´´cihê şanaziyê ye me kariye ezmûnekî serkeftî pêşana cîhan û Amerîkayê bidîn. Serok Barzanî li dirêjahiya axaftina xwe de bi hûrî behsa proseya siyasiya Iraqê ya li deh salên derbasbûyî û asteng û qeyranan kir û balkişand li ser wê yekê ku hevpeymanên me li bi cîh kirina destûr û pabendbûna bi rêkkeftinan berev paşve diçûn. Li gel wê yekê jî me gelek nermî nîşan da û her dem amade bûyîn ji bo çareseriya kêşeyan. Lê belê mixabin kêşe kûrtir bûn û me nekarî serbikevîn.´´
Serok Barzanî eve jî bi rûnî behs kir ku niha me baweriyek dirust bûye ku Bexda niyeta wî wihaye wekî serdemên berê Kurdistan bi bindestî û paşkoyî bibîne. Gelê Kurdistanê jî ku qurbaniyekî mezin ji bo azadiyê daye eve qebûl nake. Gelê Kurdistanê bi hemû awayekî ve dijî terore û qurbanî jî li wê dijayetîkirinê de daye, lê belê niha ku şerê terorê bûye perdeyek ji bo wê yekê tesfiye û milmilaneya tayîfî pêş bikeve û em jî nabîne beşek ji vê milmilaneya tayîfî.
Derbareya mafê gelê Kurdistanê di destûra Iraqê de jî Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku li gel Iraqê da li ser destûrê rêkkeftîn ew destûra Iraqê bi dû neteweyên serekî Kurd û Ereb pênase dike û gelek bi rûnî li xalên destûrê da hatiye ku pabendbûna bi destûr merce ji bo mayîna Iraqê bi yekperçeyî.
Di derbarê çareseriya girft û qeyranên nû jî Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku her çareseriyek pêkbê pêwîste li bin ronahiya guhertin û rastiya siyasî û emnî ya nû ya Iraqê da bê û cewherê vekişanê jî siyasîne neku serbazî û dibê muamele li gel sedeman bê kirin ne ku encaman. Eger bê û rêyeke siyasiya guncaw bê dîtin wê demê baştir dikare şer li gel terorê jî bê kirin. Di derbarê rûdawên vê dawiyê jî Serok Barzanî ji Wezîrê Derveyê Amerîka re ragihand ku berî qeyranê me Bexda ji metirsiya rewşê agahdar kir lê belê bi ciddî wernegirtin.
Di dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî ewe xisterû ku piştî deh sal çaverêkirinê ev pirsiyar heye ku çawa hengavan bavêjin? Eger derfet mabê pêwîste Şî'e û Sûnne li ser bingeheke nû û li berçavgirtina rastiya nû kar bikin û wê demê rûbirûbûna terorê jî hêsantir dibê. Di derbarê hêza Pêşmerge jî Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku hêzên Pêşmerge berpirsiyariya parastina asayîşa Kurdistanê li ser şane û qurbanî jî daye û tehdîda terorîstan jî berdewam û cîddiye û Pêşmerge jî amadeye wan êrîşan ragire.
Paşê John Kerry Wezîrê Derveyê Amerîka ji bo vê rûnkirina têr û tije spasiya Serok Barzanî kir û behsa ewe kir ku guman li wir da tûne Herêma Kurdistanê dikarê li rûyê aborî û warên din de geş bibe. Di derbarê kêşeyên Iraqê jî Wezîrê Derveyê Amerîka ji bilî behskirina gumanan tekez li wê yekê kir ku pêwîste guhertin hebê û komek biryarên girîng bê wergirtin û daxwaz kir Serok Barzanî li wê proseyê da beşdar bê û rola xwe bibîne û Hikûmetekî nû bê pêkanîn û eger hat û proseya siyasiya Iraqê berev pêşve biçê ewe Amerîka amadeye li şerê terorê de piştevaniya Iraqê bike.
Herwiha behskirina ewlewiyetdana çareseriya siyasî berî li çareseriya serbazî ya qeyrana Iraqê mijareke dinê vê kombûnê bûn.
