Dewletê guhdarî Ocalan kir: Pêvajoya aştiyê dibe qanûnî
Alîkarê Erdogan, Beşîr Atalay duh li paytexta Romanyayê, Bukreşê, li ser pêvajoya aştî û çareseriyê daxuyanî da rojnamevanan.
Beşîr Atalay, eşkere kir ku wan wek hikûmet xebatên danîna çarçoveyeke qanûnî ji bo pêvajoyê qedandine û got, di civîna herî dawî ya encumena wezîran de jî min pêşkêş kir û di dawiyê de hat pejirandin û bû biryar.
Atalay, da zanîn ku dê di nav yek-du rojên bê de wê çarçoveyê bidin parlamentoyê da ku li ser were gotûbêjkirin û bibe qanûn.
Li gorî alîkarê Erdogan, biryara danîna çarçoveya qanûnî ji bo pêvajoyê di civîna encumena wezîran a 19ê Gulana îsal de hatibû dayîn lewma ev yek ti pêwendiyek bi daxwaza Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu re tine.
Kiliçdaroglu, di serdana xwe ya Amedê de gotibû, divê pêvajo bibe fermî û çarçoveyek qanûnî jê re bê danîn.
Her wiha rêberê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan gellek caran bi rêya şandên BDPê re daxwaz ji hikûmetê kiribû, çarçoveyek qanûnî ji pêvajoyê re bê danîn.
Rudaw
