• Saturday, 14 February 2026
logo

Bernard Koçner: Herêma Kurdistan bi evan zûyan serxwebûnê radigihîne

Bernard Koçner: Herêma Kurdistan bi evan zûyan serxwebûnê radigihîne
Wezîrê derveyê berê yê Fransa Bernard Koçner di kevana beşdarîkirin di semînara rêzgirtin ji hizr û bîra Dr. Ebdurehman Qasilmlû sekretrê terorîkirîyê PDK-Î de ragihand, ku ew bo beşdarîkirin di merasima ragihandina serbixweyîya Kurdistanê dê serdana Hewlêrê bike.


Roja şembîya çûyî, inistituya Kurd li Parîs û nûneratîya PDK-Î li Fransa semînarek bo rêzgirtin ji hizr û bîra Dr. Ebdurehman Qasimlû li hola Vîktor Hugo ya parlemana Fransa rêk xistin.

Li gor nûçeya malpera Bas niyoz, Bernard Koçner wezîrê derveyê berê yê Fransa jî di evê semînara rêzgirtinê d ebeşdar bibû û têde gotarek pêşkêş kir û di dema xwandina gotara xwe de bi ken ve got:´´Hikûmeta Herêma Kurdistanê di demek nêzîk de serbixweyîyê radigihîne û di evan rojan de (ez) dê bo beşdarîkirin di merasima ragihandina serbixweyîya Kurdistanê de berev Hewlêrê birêbikevim.´´

Semînar li hola Vîktor Hugo ya parlemana Fransa hatibû sazdan û tê de hevjîna Dr. Ebdurehman Qasimlû û çendîn kesayetîyên Kurd û Fransî û Îranî jî beşdar bibûn.

Koşner di dirêjîya axavtina xwe de herwiha got:´´ Kurd jiber nakokîyên navxweyî, ziyanên mezin gihandine xebata xwe.´´

Bernard Koçner yek ji damezrênerên rêkxistina pizîşkên bê sîore ku helgirê xelata Nobel a Aştîyê ye û hevkarîya berdewam a gelên lêqewimî dike. Hevdem ew dostekê nêzîkê doza Kurd û serkirdeyên siyasîyên Kurd bûye û bi berdewamî hevkarîya bizava rizgarîxwaza gelê Kurd daye.
Top