• Saturday, 14 February 2026
logo

Netanyahu daxwaz ji Amerîka dike ku ligel Îranê kar neke

Netanyahu daxwaz ji Amerîka dike ku ligel Îranê kar neke
Serokwezîrê Israîlê, Benjamin Netanyahu, daxwaz ji Amerîka kir ku ligel Îranê kar neke bo çareserkirina rewşa Iraqê.

Benjamin Netanyahu di hevpeyvînekê de ligel televîzyon NBC ragihand ku pêwîste Amerîka hewl bide ku Îran û “çekdarên Sinne” yên ber bi Bexdayê ve diçin bêhêz bike û kar ligel Îranê neke bo vegerandina aramiyê li Iraqê.


Herwiha Netanyahu balkişandk ku: “Tiştê ku îro li Sûriyê û Iraqê çê dibe kînekek dijware di navbera Şîeyên radîkal bi serkirdatiya Îranê û Sinneyên radîkla bi serkirdatiya Qaîde û rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê de ye.”


Serokwezîrê Îsraîlê balkişand li ser wê yekê ku her du alî, Îran û DAÎŞ, “Dujminên Amerîka ne, dema ku dujminên te şerê hev bikin, ti aliyek ji wan bihêz neke, lê her duyan bêhêz bike.”


Benjamin Netanyahu metirsiyên xwe ji bûyerên li Iraqê çê dibin anî ziman û got:“Di baweriya min de xirabtirîn encam ewe ku çekên kîmyayî bikeve dest Îranê yan wan grûpên din, ev dê şaşiyek herî mezin be.”


Roja 9ê mehê çekdarên DAÎŞê dest danîn li ser bajarê Mûsil û Tikrîtê û niha dixwaze ber bi Bexdayê ve here, piştî vê yekê rayedarên Iraqê daxwaz ji îdareya Serokê Amerîka Barack Obama kirin ku alîkariya wan bikin di encamdana operasyonan de li dijî pêgehên çekdaran.


Barack Obama jî di vê barê de amaje kir ku ew dê 300 şêwirmendê leşkerî bişîne Iraqê, lê derbarê encamdana operasyoneke leşkerî de ti amaje nedan, hevdem Serokê Îranê Hesen Rûhanî ragihandibû ku welatê wî amadeye ligel Amerîka kar bike da ku rewşa Iraqê baştir bike.

Rudaw
Top